XWE NASDIKIM

XWE NASDIKIM
28 February 2026
Serbilindim ji TEVA eslê xwe. Bêhn fire me. Dil xwirt im. Xwediyê dîroka kûr û bi rûmet im. Bi birînên hêrijan nahêşim. Canfîda me. Berdilk im bê dirûb û tevger. Dewlemendê hiş û egîd im Zanist û welatparêz im bi eşq. Ji warê Nûh im. Kasinî medya Qewme Kurdin û Mîtan im. Keykûbad ê Kurdî bi nav û deng im. Keyxusrev, Keyakser û Keykavûs ez im. Zerdeşt û Avesta, Keya û Mîr im. Merwanî û Eyûbî me. Rojhilat da Mehabat û Qada Çarçira navê min. Rojava da Serê kaniyê û kebanî rihê min. Başûr da Kerkûk û Şînga lim. Bakûr da Dêrsim û Amed im. Ax û av im. Hîv û stêrk im. Şev û Roj ez im. Xebatkar û Cotyar im. Karsaz û karmend im. Warê jiyana Kurd im. Dibistan im. Tovê Kurd û Kurdistan im. Eslê nemir im. Îro dengê min li cîhanê. Xwediyê Kurdîstan im. Tirs, lerz û saw a heş û dilê neyar im. Kurd û serbilind im vayê li vir im. Hüseyin Baybaşin