JEHR Û JIYAN

JEHR Û JIYAN
28 February 2026
  Dilê min bi kul û birîne. Ji qeşmer û liştokan ji rexêk. Derewçîn û nezanan ji rexêkî din. Reben û nekes. Tev bihev re yek jehrêkin. Kul û birîn can bê pergal dihêlin. Mecal namîne di can da. Ji ber êşekî kû tê ji gemaran. Van tevger û êşan. Min ji riya min dikin. Neyaran jî dil xweş. De rabin êdî bese. Rabin serxwe ji xewa gemariyê. Xwe bigirgişînin ji qeşmeriyê. Derewên nezaniyê. Rebenî û nekesiye. Liştok tim birçîne. Jehrin jîr nînin. Êş û birînin bi ziman çewtiyê. Hûn çi bikin bixwe dikin. Çima hûn nizanin? We xwe kir qeşmer. Win têr nebûn bi gemariyê. Birçî man bi liştokiyê. Ez û dilê xwe man bi kul û birînan. Êş û birînên min bûn cejna neyaran. Çi bêjim çi bikim..? Lixwe bibim xwedî. Bi sonda Kurdistan î. Dilê bi kul û birîn. Her dem serbilind. Bi cehd û bi xîret. Bi bawer î. Ezê bijîm bi serbilind î. Neyarno ez stran im. Nexş im ez. Nexşa Kurdistanê. Kurdistan a ser bi xwe. Ez natewim û naşkim. Kurd im ez vame li vir im. Bi derd û kulan. Bi êşa birînan. Ezê hukumdaran bixulqîn im. Stran im. Nexş im. Kurd im. Serbilind im. Vame li vir im. Vame li vir im. Vame li vir im. Hüseyin Baybaşin