BANG LI WE

BANG LI WE
28 February 2026
Welatê min dûre ji min. Dûr û bi birînê weka min. Dûre welatê min ji çavên min ne ji dilê min. Birînên welatê min. Ji ber zora zilmê. Zilma dagirkeran ji aliyek. Ya ehmeqi u bêbextîyê ji alîyêkî din. Êşên vana tev yek bi yek. Êşên birînên welatê min. Weka êşên li dil û serê min. Ez û welatê xwe. Ji ber êş û birînan. Yekin em wekhev. Banga hewarê bersiv neda min û welatê min. Ji ber bersivê ve. Herikî hat bi ser me da. Bi lez û bez. Zilm û zordar î. Hanî berhev. Ehmeq bêbext û dagirkeran. Tev bûn yek. Har bûn bi êrişa xwe. Bi hevûdûre bi êrişa xwe ve nebûn qasên kerêk. Kerên bê xwedî li kaş û kendalên Kurdistan ê. Kerên bê hefsar û bê pergal. Dîn û kêm aqilên Kurdan. Dan pey wan. Wan kirin nav newalan. Newalên çiya u zozanên Kurdistan. Dora we ye ana. Rabin ser xwe bikevin riya xwe. Riya we li heviya we. Gel û welat bendeware. Ez bawer im deng tê we. Dora we ye û dema we ye. Karsaz, karmend, dewlemend û hunermendên me. Bi aqil û serbilindên me. Bibin berf û têpî. Bicemidînin tevên neyaran. Dagirkeran. Ehmeq u bêbextan. Bişîriqin weka birûskên li asîman. Bibin baran û naser di bîst û yekê Adarê de. Bişon welatê me. Ji qirêjiya neyaran. Ehmeq û bêbextan. Bibin teyrik û bibarin. Bibin tov li axa Kurdistan ê. Tovên dermanên birînan. Birînên min û welatê min. Êşa dil û serê min û xwe. Tev êşên welat û gel. Nav lê dayînin bi zanistî. Bêjin Kurd û Kurdistan. Kurdistan a serbixwe. Dewletên Yekbunên Kurdîstan. Wên tev bê êşên xwe û welatê xwe, bigihêjin miradê xwe li paşiya riya xwe. Em tev bihev re bêjin. Bê Kurdistan a serbixwe jiyan heram be li me. Serbilind û bi rûmetên me. Ji xwe pirs bikin. Dengê min hate we? Dema we xweş. Hüseyin Baybaşin